NÛÇE TV dest bi weşanê kir

Kanal nûçeyan a bi Kurdî NÛÇE TV di 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê kir. Kanala weşana xwe bi gotina "Me dest pê kir... PÎROZ BE" ragihand.

NÛÇE TV dest bi weşanê kir
15 gulan, 2026   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kanala nûçeyan a bi Kurdî NÛÇE TV dest bi weşanê kir. Weşana NÛÇE TV 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dest pê kir.

NÛÇE TV beriya du rojan ji hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî dabû û diyar kiribû ku wê bi dirûşma "Weşaneke nû, rêwîtiyeke nû" dest bi weşanê bike.

Kanalê destpêka weşanê bi gotina "Me dest pê kir... PÎROZ BE" ragihand.

Hate ragihandin ku weşana NÛÇE TV wê li ser du peykên cuda bê kirin. Agahiyên li ser frekansên qenalê bi vî rengî ne:

Nilesat: 12687 H 27500

Hotbird: 11296 H 27500