Li Helebê bazirganên madeyên hişbir hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê komeke kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikir, girt.

Li Helebê bazirganên madeyên hişbir hatin girtin
9 kanûn, 2025   14:11
HELEB

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê roja 6`ê Kanûnê li dijî bazirganên madeyên hişbir, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê operasyonek pêk anî.

Di encama operasyonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn komeke kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikir, girt.

Bi kesên girtî re madeyên hişbir, pere û hinek çek hatin desteserkirin.

Kesên girtî piştî lêpirsînên destpêkê bo dozgeriyê hatin veguhastin.

(k)