Kongra Star li Girkê Legê civîna salane li dar xist

Kongra Star li Girkê Legê civîna xwe ya salane li dar xist. Di civînê de xebata xwe ya sala borî nirxand û pêşniyarên ji bo sala bê pêşkêş kirin.

9 kanûn, 2025   14:42
QAMIŞLO

Kongra Star dest bi civînên xwe yên salane li bajar û bajarokên kantonên Cizîrê û Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Civîna yekem îro li Girkêlegê, li Hola Sendîkaya Karkeran a li Rimêlanê pêk hat.

Bi dehan endamên Kongra Star û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Qamişlo û Rimêlanê beşdarî civînê bûn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre nirxandinên rêber Abdullah Ocalan bi erebî û kurdî ji hêla endamên Kongra Star Îman Hebîb û Nisrîn Zahir ve hatin xwendin.

Piştre, rapora salane ya Kongra Star ji hêla endama Kongra Star Zekiya Berekat ve hate xwendin. Di raporê de projeyên ku hatine pêkanîn, planên perwerdeyê, kampanyayên hişyarkirinê û zehmetiyên ku komîteyan di nav salê de pê re rû bi rû mane, hatin nirxandin.

Piştî xwendina raporê ji rêveberên Kongra Star li herêma Cizîrê Newroz Hesen pêşketinên siyasî yên li herêmê nirxand.

Beşdarên civînê nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya birêxistinkirna xebatên li bajar û bajarokên, berfirehkirina bernameyên perwerdeyê û hişyarkirinê, û xurtkirina rolên jinan di meclis û saziyan de ji bo zêdekirina tevlêbûna wan di jiyana civakî û siyasî de.

Biryar e ku Kongra Star di rojên pêş de li seranserê kantonên Cizîr û Firatê civînên salane li dar bixe.

(k)