Li gundewarên Humsê binpêkirinên li dijî sivîlan zêde bûn

Li gundewarê rojavayê Humsê, binpêkirinên mezhebî ên wekî kuştin, girtin û revandinê, li dijî şêniyên herêmê zêde didin.

Li gundewarên Humsê binpêkirinên li dijî sivîlan zêde bûn
1 sibat, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 2 rojên derbasbûyî de, binpêkirinên mezhebî ên wekî kuştin, girtin û revandinê, li dijî şêniyên gundewarê rojavayê Humsê zêde didin.

Ciwanê bi navê Ednan Subhî Kirêş dema ku li nava erdê xwe yê li rojavayê bajarê Humsê bû bi guleya çekdaran hat kuştin.

Li ser benda kontrolê ya El Hişma ya hêzên hikumeta demkî, şêniyê bi navê Mehmûd Hedmûd ê 60 salî hat girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Komên çekdar ên hikumetê girtin ser gunê El Xûr El Xerbiya û kesên bi navê Seîd Cerdo, Hesen Kirêş, Hafiz Semero û hin jin jî, girtin.

Li gundên El Mezrea û El Himêdiyê jî goristanên Şîiyan hatin wêrankirin.

(k)