Li Rojava seferberî didome

Li Kantona Cezîrê û Kobanê serferberî berdewam dike û gel parastina xwe dikin. Îro jî wê ji bo roja Berxwedana Rojava (1`ê Sibatê) bi sedan dakevin qadan.

Li Rojava seferberî didome
Li Rojava seferberî didome
Li Rojava seferberî didome
Li Rojava seferberî didome
1 sibat, 2026   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelê Rojava (Cizîrê û Kobanê) di çarçoveya seferberiyê de bi rêya komînan xwe birêxistin dikin. Ji roja 16`ê Çile heyanî niha parastina tax, gund û bajarên xwe dikin. Li gel wan parastina Rojava ji nan, av û hewayê girîngtir e. Bi seferberiyê re gelê Rojava gihîştine asta ku ji bo parastina deskeftiyên Rojava canê xwe bidin.

Rabûna gelê Kurd li Kurdistanê û tevahiya cîhanê û beşdarbûna wan ji seferberiyê re moralekî mezin da gelê Rojava. Yekitiya gelê Kurd û helwestê wan ê li hemberî planên qirkirina gelê Kurd, her kes matmayî kir.

Îro jî wê gelê Rojava ji bo roja Berxwedana Rojava (1`ê Sibatê) dakevin qadan û banga misogerkirina mafên gelê Kurd bikin.

ANHA