`Li Rojava aştiyeke mayîn de bi mîsogerkirina mafê jinan pêkan e`

Jinên Hindistanî ji bo piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava daxuyanî dan û diyarkirin ku aştiyeke mayînde û edalet tenê bi mîsogerkirina destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên gelê Kurd û jinan pêkan e

`Li Rojava aştiyeke mayîn de bi mîsogerkirina mafê jinan pêkan e`
1 sibat, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya ku bi sernavê “Hêviyek di bin dorpêçkirinê de” de, bang li parastina Şoreşa Jinê ya Rojava û parastina destkeftiyên demokratîk ên ku jin pêşengiyê lê kirine hate kirin.

Ev daxuyanî ji aliyê 221 îmzageran ve hate piştgirîkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku modela wekhevî û demokrasiyê ya li Rojava bi pêşengiya jinan hatiye pêşxistin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên herêm û cîhanê jî çavkaniyeke dîrokî ya îlhamê ye. Hate gotin ku êrîşên li ser Rojava rasterast destkeftiyên jin û şoreşa jinê hedef digirin û hate daxwazkirin ku ev êrîş bi lez bêne rawestandin.

Di nav îmzageran de gelek navên naskirî yên qadên huner, akademî, medya, mafên mirovan û siyasetê cih digirin. Di nav wan de rexnegiriya hunerê Geeta Kapur, wênekêş Nilima Sheikh, akademîsyenê fêmînîst Mary E. John, nivîskar û çalakvana fêmînîst a navdar a Amerîkayê Eve Ensler, danser û çalakvan Mallika Sarabhai, derhênerê belgefîlm Anand Patwardhan, akademîsyen Uma Chakravarty, rojnamevan Pamela Philipose û John Dayal, parlamenterê berê Jawahar Sircar, nivîskar Ram Puniyani û parêzvanê mafên mirovan Shabnam Hashmi hene.

Îmzager destnîşan dikin ku aştiyeke mayînde û edalet tenê bi mîsogerkirina destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên gelê Kurd û jinan pêkan e.

Di vê çarçoveyê de, daxwazên şênber ên jin û gelê Kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê jinên Hindistanê ve jî hatine qebûlkirin û gihandine raya giştî.

Daxwazên ku jin qebûl kirine ev in:

- Mafên ku ji bo gelê Kurd û hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn di destûra bingehîn de mîsogerkirî bên naskirin,

- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî bên naskirin,

- Destkeftiyên siyasî, hiqûqî û civakî yên ku jin di pêvajoya şoreşê de bi dest xistine bên parastin û mîsogerkirin,

- Ji bo gelên ji ber şer koçber bûne, bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî, vegerandina ewle, bi dilxwazî û bi rûmet bên misoger kirin.

Daxuyanî bi dirûşma gerdûnî ya jinên Kurd 'Jin, jiyan, azadî' ve bi dawî bû.