Di teqîna li Derayê de kesek mir

Li Derayê di kargehekê de teqîn çêbû û agir bi kargehê ket. Di encamê de kesek mir û 5 birîndar bûn.

Di teqîna li Derayê de kesek mir
24 îlon, 2026   15:28
NAVEND NÛÇEYAN

Li navenda bajarê Newa yê li rojavayê Drayê, di kargehekê de teqîn çêbû û agir bi kargehê ket. Di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Wehîd Sewan ê 29 salî mir û 5 kes birîndar bûn.

Tîmên Parastina Sivîl çûn cihê teqînê û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

(k)

ANHA