Li gundewarê Şamê 3 kes hatin kuştin

Li bajarokekî Şamê ji ber nakokiyekê di nav malbatekê de 3 kes ji heman malbatê hatin kuştin.

Li gundewarê Şamê 3 kes hatin kuştin
18 îlon, 2025   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li bajarokê Zakiye yê Şamê nakokî di nav malbatekê de derket û ew nakokî piştre gihîşt asta bikaranîna çekan. Di encamê de 3 kes ji heman malbatê hatin kuştin.

Hemwextî wê, rewşa tevliheviyê ya li herêmên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê belav e bê ku bikaranîna çekan were çavdêrîkirin.

Li gorî SOHR'ê ji destpêka îsal ve 284 sûcên kuştinê hatine pêkanîn û 318 kes hatine kuştin.

(mh/şx)