Li gundewarê Reqayê stasyoneke nû ya avê tê avakirin

Saziya Avê ya bajarê El Kerama yê kantona Reqayê dest bi pêkanîna avakirina stasyoneke ava vexwarinê kir. Stasyon dê avê bide nêzîkî 10 hezar şêniyan.

Li gundewarê Reqayê stasyoneke nû ya avê tê avakirin
Li gundewarê Reqayê stasyoneke nû ya avê tê avakirin
Li gundewarê Reqayê stasyoneke nû ya avê tê avakirin
Li gundewarê Reqayê stasyoneke nû ya avê tê avakirin
Li gundewarê Reqayê stasyoneke nû ya avê tê avakirin
14 îlon, 2025   14:43
REQA

Li ser daxwazên şêniyan, Saziya Avê ya bajarê El Kerama, ku girêdayî Yekitiya Şaredariyên kantona Reqayê ye, dest bi avakirina stasyoneke ava vexwarinê ya nû li ser çemê Firatê kir. Dê ev stasyon avê bide bajarokê El Hemrat û zeviyên derdorê yên li gundewarê rojhilatê Reqayê.

Di mehên borî de, Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê û Meclîsa Demokratîk a Gelan rêzecivînên giştî li bajar û bajarokên kantonê li dar xistin. Di civînan de yek ji daxwazên şêniyêan avakirina stasyoneke ava vexwarinê li bajarokê El Hemrat bû.

Serokê Saziya Avê ya El Kerama, Xalid El Xemrî, diyar kir ku wê ev stasyon nava 50 rojan temam bibe, û lêçûna wê heta qonaxa xebitandinê dê bi qasî 366 hezar dolaran be.

El Xemrî destnîşan kir ku "stasyona nû dê pêdiviyên şêniyên bajarokê El Hemrat bicîh bîne, û avê bigihîne gundên derdor ên wekî Rawda, Mezra 7`ê Nîsanê, û derdora gund Hemra Nasir ên li gundewarê rojhilatê Reqayê. "

(k)