Li gundewarê Dêrazorê Festîvala Hinaran a 5ˊan hat lidarxistin

Li bajarê Sûse yê gundewarê kantona Dêrazorê, bi armanca piştgiriya berhema çandiniya xwecihî û teşwîqkirina cotkaran ji bo berdewamkirina xebatên xwe û parastina mîrasa çandiniyê, Festîvala Hinaran a 5ˊan hat organîzekirin.

25 cotmeh, 2025   17:20
DÊRAZOR

Îro, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Dêrazorê li bajarê Sûse yê rojhilatê kantona Dêrazorê, bi tevlêbûna xelkê bajarê Sûse, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat destpêkirin.

Festîval, bi axaftina hevserokê Komîteya Sewalvaniyê ya kantona Dêrazorê Hesen El Celûd dest pê kir. El Celûd girîngî da parastina mîrasa çandina hinaran û got şêniyan a mîrasa çandî û aborî ya li herêmê li hember hewldanên têkbirinê parast.

Li aliyekî din jî hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Dêrazorê Feyha El Mistefa anî ziman ku: "Festîvala Hinaran ne tenê pêşandana cureyên herî baş ên hinaran e, lê rûberek ji bo peywendiya di navbera cotkar û eleqedaran û firseta pevguherîna pispoiriyan û pêşxistina vebiherênînên çandiniya li herêmê ye."

Girêdayî mijarê, cîgirê Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Dêrazorê Huda El Xenam kedên cotkaran a serxistina mewsimê silav kir û destnîşan kir ku "Lidarxistina festîvalê bi saya zendên cotkarên ku parastina baxçeyên xwe kirine û hiştiye hinar bibe sernavê dayînê, ye."

Di festîvalê de komên ji Til Birak û Dirbêsiyê hunerên xwe pêşkêş kirin, li kêlek wê jî berhemên çandiniyê û senetkariyê hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya çalakiyan de encamên pêşbirkan, li gorî pîvanên kalîte, rêbazên depokirinê, derxistina ava hinaran û dimsê wê, hatin ragihandin. kesên serkeftî weke Usama Mihemed El Elî asta yekemîn, Ebdulhemîd El Elî asta duyemîn û Cuma El Herdan asta sêyemîn, hatin xelatkirin.

Xelatên madî û manewî jî ji bo beşdarên din, der barê kedên wan ên parastina kalîteya berhema çandiniyê, hatin dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, duh konên ji bo festîvalê hatibûn amadekirin, ji hêla kesên nenas ve hatin şewitandin, ku festîvalê bi bin bixin.

(fr)

 ANHA