Li beramber dayîna pereyan ciwanekî Xiristiyan hat berdan

Komeke çekdar ciwanekî Xiristiyan ê ji gundewarê Şamê zêdetirî hefteyekê revandibû, lê îro li beramber dayîna pereyekî zêde hat berdan.

Li beramber dayîna pereyan ciwanekî Xiristiyan hat berdan
25 cotmeh, 2025   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

komeke çekdar li gundewarê Şamê ciwanekî Xiristiyan ji zêdetirî hefteyekê ve revandibû, lê îro li beramber wergirtina pereyan ji malbata wî, ew xort berda.

Çavkaniyên xwecihî, diyar kir ku ew zarokê yekane yê malbatê xwe ye, di 16ˊê Cotmehê de li ser rêya Meret Sêdnaya yê gundewarê Şamê ji hêla komek çekdarên nenas ve hatibû revandin, lê îro li beramber dayîn pereyan serbest hat berdan.

Li gorî agahiyan, piştî axaftinên neaşkera ku bi rojan di navbera malbata ciwan û kesên ew revandiye de dewam kirin û di dawiyê bi xwestina pereyek zêde lihevkirin çêbû, ew ciwan hat berdan.

Li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de kiryarên revandin, qetilkirin û hwd zêde dibin û saziyên ewlehiyê jî li hember van sûcan paşguh in, ew jî dihêle ew çekdar kiryarên wiha zêde bikin.

(fr)