Li gundekî Şehbayê 6 Efrînî bi destê xayînan şehîd bûn

Gelek xayînên li herêmên Şehbayê gule li 6 koçberên Efrînê barandin û şehîd xistin.

Li gundekî Şehbayê 6 Efrînî bi destê xayînan şehîd bûn
8 kanûn, 2024   22:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesê bi navê Hesen Mihêmîd (Hesen Samî) û kurê wî yê bi navê Mihemed ku di Asayîşê de bû, 3 koçberên Efrînê di 2ˋyê Kanûnê de li gundê Helîsa yê bajarokê Fafînê yê Şehbayê şehîd xistin. Ew koçber dema hewl dida berê xwe bidin karwana koçberan û ber bi kantona Tebqayê ve biçin, hatin şehîdxistin.

Li heman gundî, kesê bi navê Îsa Îsa El Ferec dema 3 endamên Asayîşê ji eniyên şer vedigerîn ku berê xwe bidin karwana koçberan, gule li wan barandin. Di encamê de şehîd bûn.

Ev agahî koçberên Efrînê yên gihaştine herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kirin.

(fr)