Netanyahu ragihand ku peymana herêma ewle ya bi Sûriyeyê re têk çû

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu perspektîv da hêzên Îsraîlê ku herêma ewle ya bi ser sînorê Sûriyeyê ve kontrol bikin.

Netanyahu ragihand ku peymana herêma ewle ya bi Sûriyeyê re têk çû
8 kanûn, 2024   22:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku peymana 1974'an a herêma ewle ya bi Sûriyeyê re ya girêdayî Colanê, bi ketina rejîma Esed re hilweşî û ferman da artêşê ku li cihên hêzên NYˋyê belav bûne, kontrol bikin.

Peymana rawestandina pevçûnan di 1974'an de bi çavdêriya NY'ê û piştgiriya Yekitiya Sovyetê û Amerîkayê di navbera Sûriye û Îsraîlê de hat îmzekirin. Armanc ji peymanê ew e ku aloziya di navbera herdu aliyan de ya piştî şerê Cotmeha 1973'yan, bi dawî bibe.

Li gorî peymanê herêmeke ewle ya bêçek li sînorê Sûriye - Îsraîlê bi kûrahiya 20 kîlometreyan ji her du aliyan hat diyarkirin û di bin çavdêriya Hêzên Navneteweyî de bû.

(mh/fr)