Li Endonezyayê 51 kesê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan

 Li Endonezyayê di erdheja ku duh bi pileya 7.7 pêk hat de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 51'ê û her wiha hezar û 300 avahî jî xisar dîtin.

Li Endonezyayê 51 kesê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan
16 tebax, 2026   10:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Nusa Tenggara ya Endozneyayê duh bi pileya 7.7 erdhej çêbû. Piştî erdhejê xebatên lêgerînê yên hatin destpêkirin didomin. 

Li gor daxuyaniyên hatine dayîn, heya niha 5 hezar kes ji herêmê hatine tehliyekirin. 

Hat ragihandin ku di Erdhejê de heya niha 51 kesan jiyana xwe ji dest dane, 36 jê giran 77 kes jî birîndar bûne.