Brîtanya dê alîkariya xwe ya ji bo Sûriyeyê ji nîvî zêdetir kêm bike

Brîtanya plan dike ku heta salên 2028-2029`an alîkariya ji bo Sûriyeyê li gorî astên berî sedî 55 kêm bike.

Brîtanya dê alîkariya xwe ya ji bo Sûriyeyê ji nîvî zêdetir kêm bike
16 tebax, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Financial Times ragihand ku Brîtanya hewl dide ku alîkariya ji bo çend welatên lawaz û, di nav de Sûriyeyê jî, kêm bike.

Li gorî raporê, alîkariya Brîtanyayê ji bo Sûriyeyê dê sedî 55 kêm bibe, ku ev yek dê Sûriyeyê dike yek ji welatên ku herî zêde ji plana kêmkirina alîkariya Brîtanyayê bandor bibe.

Li gorî daneyên rêxistina Bond, ku toreke rêxistinên alîkariyê ya Brîtanî ye, nîşan didin ku fînansmana Brîtanyayê ji bo Sûriyeyê dê ji nêzîkî 104 mîlyon £ di salên 2025-2026`an de dakeve 67.9 mîlyon £ salane ji destpêka salên 2026-2027`an ve.

Hikûmeta Brîtanyayê destnîşan kiribû ku di di sala darayî ya 2024-2025`an zêdetirî sedî 55 alîkariyên xwe ji bo başbûna zû, debara jiyanê û peydakirina derfetên demdirêj ji bo Sûriyeyê veqetandiye.

(k)

ANHA