Li Efrînê welatiyek hat revandin
Li navçeya Raco ya Efrînê welatiyek ji aliyê dagirkeran ve hat revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê ku agahiyên xwe ji şahihdan wergirtiye, îstîxbarata dewleta Tirka dagirker û çeteyên "Polîsên leşkerî" li navçeya Racoyê welatiyê bi navê Hemîd Ebdurehman (25) revand.
Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn ku Hemîd Ebdurehman ê ji gundê Belîlka yê navçeya Raco ye li cihê ku lê kar dike hat revandin.
Li gorî rêxistinê, dagirkeran Hemîd Ebdurehman birin cihekî ne diyar ji bo berdana wî fidiye xwestine.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku beriya niha dayika Hemîd ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û li beramberî dayîna fidiyê hatibû berdan.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê li ser mijarê ev agahî parve kir: "Welatiyê bi navê Hemîd kurê welatiya bi navê Îlham Ebdurehman Silêman a ji gundê Xalta yê navçeya Cindirêsê ye. Îlham di 20’ê Adara 2022’yan de bi tawana ku di saziyên rêveberiya berê ya Efrînê de dixebitî li Racoyê ji aliyê polîsên leşkerî ve hatibû revandin. Îlham derdora mehekê di girîgeha Maratayê de hatibû ragirtin û di 15’ê Gulana 2022’yan de li beramberî fidiya 400 dolarî hatibû berdan."
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka îsal ve li Efrînê 7 welatî qetil kirin û 94 welatiyên din revandin.
(bb)