Di êrişên Îsraîlê de 2 endamên Hizbullah hatin kuştin
Hate ragihandinên ku di êrişa Îsraîlê ya li nêzî sînorê Sûriye-Lubnanê de 2 endmên Hizbullah a Lubnanê hatin kuştin.
![Di êrişên Îsraîlê de 2 endamên Hizbullah hatin kuştin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65dafee0681e2.jpg)
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê saetên vê sibehê de li ser sînorê Sûriye- Lubnanê bi moşekan kamyonek topbaran kir.
SOHR da zanîn ku di êrişê de 2 endamên Hizbullah a Lubnanê hatin kuştin.
Li gorî daneyên SOHR, artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal (2024) ve 16 êriş (10 hewayî û 6 bejahî) li dijî Sûriyeyê pêk anîne.
SOHR diyar kir ku li Şam û gundewarê wê 8, li Dera 5, li Himsê 2 û li Quneytîrayê 1 êriş hatin kirin.
SOHR ragihand ku di encama van êrişan de 34 hedef (depoyên çekan, baregeh û maşîne) hatin rûxandin, her wiha 35 leşker û 9 sivîl hatin kuştin û 13 leşker jî birîndar bûne.
(bb)