Hûsiyan li keştiyên DYA’yê dan

Hûsiyan ragihandin ku wan li Kendava Edenê û Deryaya Sor li keştiyeke petrolê û keştiyên şer ên DYA’yê xistine.

Hûsiyan li keştiyên DYA’yê dan
25 sibat 2024   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hûsiyan îro ragihandin ku wan li Kendava Edanê û Deryaya Sor êriş birine ser keştiyeke petrolê û keştiyên şer ên DYA’yê. Hûsiyan soz da ku dê li Deryaya Sor û Deryaya Erebî êrişan li ser keştiyên DYA û Brîtanyayê bidomînin.

Berdevkê hêzên Hûsiyan Yehya El Serî di daxuyaniya li ser hesabê "X" weşandiye de ev agahî da: "Hêzên Deryayî yên Yemenê li Kendava Edanê çalakiyeke leşkerî ya bi bondor li dijî keştiya petrolê ya (Torm Dhuar) ya Amerîkayê pêk anî û bi gelek moşekan keştî kir hedef."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Hûsiyan bi balafirên bê mirov ên bi çek hejmareke keştiyên şer ên DYA’yê yên li Deryaya Sor bombebaran kirine.

Êvara Şemiyê-Yekşemê, balafirên DYA û Brîtnyaya baregehên Hûsiyan ên li Sena ya naverasta Yemenê bombebaran kiribûn.

(bb)