Li Dirêkîşê broşûrên bi sloganên mezhebî

Aliyên nenas broşûrên bi naverokên mezhebî û provakatorê bi dîwar û têketinên bajarê Dirêkîşê yê gundewarê Tertûsê ve leziqandin. Di broşûran de gef li her kesê beşdarî şahiyên salvegera hilweşîna rejîma Baasˊê bibin tê xwerin.

Li Dirêkîşê broşûrên bi sloganên mezhebî
7 kanûn, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku aliyên nenas broşûrên ku naverokên wan mezhebî û provakator in bi dîwar û têketinên taxên bajarê Dirêkîş ê Tertûsê ve leqiznadin. Li wî bajarî malbatên Elewî û Xiristan hene.

Li gorî SOHRˊê di broşûran de gefên yekser li şêniyên herêmê tê xwarin beşdarî tu çalakî, civîn û şahiyan nebin û heta gefên pêkanîna çalakiyên xwekujî hatin xwarin.

SOHRˊê destnîşan kir ku li ser broşûrên navê "Lîwa Ensar El Sune" hebû, wê bi xwe heman belavok li bajarê Safîta yê Tertûsê jî belav kiribûn.

(fr)