Îsraîlê careke din ket gundewarê Quneytîrayê, UNDOF’ê serdana Beyt Cin kir

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê bi 3 erebeyan derbasî gundewarê navîn ên Quneytîrayê bû. UNDOF’ê serdana Beyt Cin kir.

Îsraîlê careke din ket gundewarê Quneytîrayê, UNDOF’ê serdana Beyt Cin kir
8 kanûn, 2025   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê tevgera xwe li xeta sînor a başûrê Sûriyeyê didomînin.

Duh êvarî yekîneyeke artêşa bi 3 erebeyên leşkerî ji xala Ednaniye ber bi gundê Mişêrfê ve bi rê ket. Yekîneyê piştre rêya xwe ber bi gundê Qebûyê ve dewam kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Çavdêriya Şersekinandinê yên Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) serdana bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê kir. UNDOF’ê di çarçoveya mîsyona xwe de şopên êriş û binpêkirinên Îsraîlê şopandin û zerarên wê jî belge kirin.

Artêşa Îsraîlê 28’ê Mijdarê derbasî bajarokê Beyt Cin yê gundewarê Şamê bibû û çend kes binçav kirin, ev yek bû sedem ku şer û pevçûn pêk werin di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

(b)