Li Dirbêsiyê û Amûdê salvegera PYD`ê hat pîrozkirin

Salvegera 23‘emîn a damezrandina PYD`ê li bajarên Dirbêsiyê û Amûdê  hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de peyamên yekitiya neteweyî û parastina destkeftiyên Rojava hatin dayîn.

19 îlon, 2026   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Dirbêsiyê û Amûdê bi boneya salvegera 23‘emîn a damezrandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) çalakî hatin lidarxistin. Tevî şêniyan, endamên saziyên sivîl, meclisan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspî û nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan û ciwanan beşdar bûn.

Li Dirbêsiyê çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso axivî. Hiso dîroka avabûna PYD‘ê û qonaxên tê re derbas bûne vegot û bi bîr xist ku PYD‘ê di rewşeke zehmet de ava bû ku zextên rejîmê û xebata siyasî ya kurdî qedexe bûn.

Xerîb Hiso got: “Gelê me bi dehên salan têkoşîna azadiyê raber kir û bedelên giran dan. Bi saya van bedelan bingeha xurt a avakirina partiyê hat danîn û xebata siyasî dewam dike."

Hiso bal kişand ser geşedanên siyasî yên Sûriyeyê û da zanîn ku PYD`ê piştgiriya entegrasyonê dike û divê mafê zimanî û yên çandî yê gelê Kurd bên parastin.

Xerîb Hiso diyar kir ku yekitiya neteweyî ya kurdî xwedî girîngiyeke û ev bang kir "Divê destkeftiyên Rojava bên parastin. Ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk pêdivî bi hişmendiyeke demokratîk û xebateke hevbeş heye. Ji bo siberojeke baştir divê asta têkoşînê bê bilindkirin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Dirbêsiyê Hojîn Hêrs jî axivî û banga yekitiya neteweyî  kir.

Li bajarê Amûdê jî çalakî li navenda PYD`ê hat lidarxistin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka PYD`ê Perwîn Yûsif axivî. Perwîn Yûsif behsa rêwîtiya partiyê ya ji damezrandinê heta dema heyî kir, her wiha bal kişand ser hejmarek ji kesayetên ku di vê rêwîtiyê de şehîd bûne.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Berxwedan Amûdê jî axivî behsa qonaxên ku Kurd li Sûriyeyê tê re derbas bûn, astengiyên ku rastî Kurdan hatin, mafê wan ê ziman û çandê kir.

Çalakî bi pêşandan senvîsyoneke têkildarî dîroka PYD û çalakiyên wê, gotina stranan û guhdarkirina muzîkê bi dawî bû.

(sb)

ANHA