Li dijî Heşdî Şabiyê êriş

Li gorî agahiyan li herêma Cerf Sexir a ser bi parêzgeha Babilê ya Iraqê ve êrişeke hewayî pêk hatiye û di encamê de 2 endamên hêzên Heşdî Şabiyê hatine kuştin.

Li dijî Heşdî Şabiyê êriş
28 sibat, 2026   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, li herêma Cerf Sexir a ser bi parêzgeha Babil a li Iraqê ve, hêzên Heşdî Şabiyê hatine bombebarankirin.

Li gorî heman çavkaniyê di encama êrişê de 2 endamên hêzên Heşdî Şabiyê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Heya niha nayê zanîn ev êriş ji aliyê kîjan hêzê ve pêk hatiye. Der barê mijarê de heya niha ne Heşda Şabî ne jî hikumeta Iraqê tu daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.

Êrişa li dijî Heşdî Şabiyê di demekê de ye ku Îsraîl û DYA’yê dijî Îranê êrişeke mezin daye destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye herêma Cerf Sexir ji sala 2014’an ve wek herêmek leşkerî hatiye ragihandin û heya niha jî rê nehatiye dayîn ku xelkê wê herêmê vegere ser cih û warê xwe.