Bi hezaran şêniyên Qamişloyê 6 cangorî bi bîr anîn

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê merasîmeke xiyabî ji bo şervanên QSD’ê Aram Qamişlo, Fedakar, Devrîm Pasûr, Serxwebûn Besta û Serhed Bahoz li dar xist û şehîd Şervan Bêrîtan jî piştî merasîmê spart axê.

28 sibat, 2026   13:21
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo şervanên Hêzên Sûriyeya Demokrtîk (QSD) Aram Qamişlo (Ezedîn Şêxo), Şervan Bêrîtan (Dîndar Bor), Fedakar (Xelîl Dawûd), Devrîm Pasûr (Mehmet Ayçîçek), Serxwebûn Besta (Yusuf Îslam Ograk), Bahoz Serhed (Ersîn Çelîk) ku di navbera 18-22’ê Çileyê de li Reqa, Tebqa, Sirîn û Kerameyê şehîd ketine, bi bîr anîn. 

Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê pêk hat. Di merasîmê de şehîd Şervan Bêrîtan hate oxirkirin û ji bo 5 şehîdan jî merasîma xiyabî hat çêkirin. Di merasîmê de alên YPG, YPJ’ê û alên kurdî hatin rakirin. Dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” hatin berzkirin.

Şehîd Şervan, Devrîm Pasûr, Serxwebûn Besta û Bahoz Serhed wesiyet kiribû ku merasîma wan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan pêk bê.

Merasîmê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Ebdo axivî û di keseyata her şeş şehîdan de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Ebdulkerîm Ebdo got: “Heta berxwedan berdewam be dê şahadet jî berdewam bike. Wan ji bo mafê me biparêzin heta dawiyê li ber xwe da. Em ê jî şopa wan bidomînin.”

Li ser navê QSD’ê Serhed Seydo jî wiha axivî: “Pir bi êş e ku em dema hevalên xwe oxir dikin, hinek hevalên xwe tenê wêneyên wan radikin. Bila baş bizane êrişên hate kirin, biryara ji bo tunekirina gelê Kurd bû. Êrişeke hovane bû. Biryar tunekirina nasnameya gelê Kurd bû. Lê ku yên ev komplo binpê kirin ev hevalên şehîd bûn. Bi rihekî fedayî heta dawî şer kirin. Xwîna şehîdên me bi ser ket. Di dîroka Sûriyeyê de cara yekem Kurd bi nasnameya xwe hatin naskirin. Ev jî bi saya şehîdên me çêbûn. Em careke din soza xwe ya bi şehîdan re dubare dikin. Em ê heta dawî ser rêya we bin. Em ji Qamişlo heta Colemêrgê sersaziyê ji malbata şehîd Şervan re dixwazin. Bi êşa ku me kişand em ê tola şehîdên xwe hilînin.”

Piştî axaftinan xwişka şehîd Fedakar Fatma Dawûd stranek li ser lehengiya birayê xwe û şehîdan got.

Piştî ku şehadetname hatin xwendin, girseyê şehîd Şervan Bêrîtan bi dirûşmên “Şehîd namirin” spart axê.

(bî)

ANHA