Li dijî gundên Minbicê êriş

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hawn û dronekê êrişî gundên Minbicê kirin.

Li dijî gundên Minbicê êriş
2 kanûn, 2024   16:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Torîn, Biwêhîc û Kawiklî yên kantona Minbicê topbaran dikin. Meclisê diyar kir ku heya niha 10 guleyên hawnan li van gundan ketine.

Di daxuyaniyê de hate  zanîn ku balafireke bê mirov a bi çek gundê Dendeniyê yê rojavayê kantonê  jî bomebaran kir.

Agahiyên zêdetir nehatin standin.

(bb)

ANHA