Li dijî balafirgeha Herîrê êrişa hewayî

Koma bi navê Meqaweme Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand îro bi balafireke bêmirov êrişî balafirgeha Herîrê ya parêzgeha Hewlêrê kiriye.

Li dijî balafirgeha Herîrê êrişa hewayî
3 sibat, 2024   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma bi navê Meqaweme Îslamî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya êrişên wan ên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraq û herêmê de, wan îro bi balafireke bêmirov êrişî li ser baregeha hêzên Amerîkayê ya li balafirgeha Herîrê kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê êrişên wan berdewam bikin.

Der barê ziyanên êrişê de tu zanyariyek nehat parvekirin.

Ev êrişa li ser balafirgeha Herîrê piştî wê yekê pêk hat ku şeva borî Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê li dijî komên çekdar ên girêdayî Îranê êrişên berfireh pêk anîn. Li gorî daxuyaniya ku CENTCOM’ê daye, di êrişê de bi gelek balafiran zêdetirî 85 cih û 7 tesîs hatine bombebarankirin.