Xwepêşandêran rêya Hims-Hemayê girt

Xwepêşandaran rêya giştî ya Hims-Hemayê bi tekeran girt.

Xwepêşandêran rêya Hims-Hemayê girt
3 sibat, 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê duh gule li komeke xwepêşandêran berandine.

SOHR`ê da zanîn ku xwepêşandêran, rêya giştî ya Hims-Hemayê li cem herêma Telbîse ya gundewarên Himsê bi tekeran girtiye û agir bi tekeran xist.

Her wiha diyar kir ku xwepêşadanên li dijî hikumeta Şamê û serçeteyê koma bi navê Şuca El Elî ya ku 10 kes li rojavayê Himsê revandin, berdewam in.

Li Telbîse ya bakurê Himsê bûyerên revandin û şêlandinê zêde ne û tê zanîn ku ew komên wan sûcan dikin bi komên Şuca El Elî re koordînekirî ne.

(şx)