Meşa mezin di roja 3’yemîn de berdewam dike

Şandeya ku beşdarî “Meşa Mezin a Azadiyê” ya ku ji Wanê bi rê ket bû li Geverê bi çepik û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin oxirkirin û baska Qersê jî didomînin, ji Îdirê bi çepik û dirûşmeyan derbasî navçeya Bazîdê bûn. 

Meşa mezin di roja 3’yemîn de berdewam dike
3 sibat, 2024   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji Wanê dest pê kir, ji navçeya Geverê ya Colemêrgê bi çepik û dirûşmeyan hat oxirkirin baska Qersê jî didomînin, ji Îdirê bi çepik û dirûşmeyan derbasî navçeya Bazîdê bûn. 

Baskê ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, MED-TUHAD-FED û gelek saziyên sivîl pêk tên li avahiya navçeya DEM Partî ya Geverê hatin cem hevdû.

Rêvebirên DEM Partiyê li ber avahiyê ketin rêzê û meşvanên azadiyê slav kirin û bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” oxir kirin.

Şande dema ji navçeyê derketin bi nîşaneya serkeftinê gel slav kirin. Gel jî bi nîşaneya serkeftinê “Meşa Mezin a Azadiyê” oxir kirin.

Rawestgeha meşvanên azadiyê wê Colemêrg be. Meşvanên ku îro li wir bi gel re bên li cem hevdû, sibehê wê ber bi Şirnexê ve derbikevin.

Beşa Qersê yê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin, di roja 3’yemîn de berdewam dike.

Welatiyên di baskê meşê yê Qersê de di saetên serê sibê ji Îdirê derketin û bi çepik tilîliyan derbasî navçeya Bazîdê bûn. meşvan ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin, li navenda navçeyê meşiyan.