Li deryaya Sor keştiyek hat hedefkirin: 6 kes hatin kuştin

Li deryaya Sor nêzî tengava Bab Mendebê di êrişa li dijî keştiyekê de 6 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn. Hikumeta Yemenê ragihand ku êriş ji aliyê Hûsiyan ve hatiye kirin.

Li deryaya Sor keştiyek hat hedefkirin: 6 kes hatin kuştin
11 tebax, 2026   22:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Parastina Peravên Yemenê ragihand ku li deryaya Sor li nêzî tengava Bab Mendebê keştiyeke barhilgir hat hedefkirin, di encamê de 6 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûn.

Desthilata Yemenê jî diyar kir ku êriş bû sedema şewatê û zerarên mezin li keştiyê. Her wiha destnîşan kir ku ji kuştiyan 4 endamên ekîba keştiyê bûn û 2 jî ji beşdarên xebatên rizgarkirinê bûn.

Hikumeta Yemenê daxuyand ku êriş ji aliyê Hûsiyan ve hatiye kirin. Lê Hûsiyan heya niha êriş negirtiye ser xwe.

(bb)