Eraqçî û Talebanî bi telefonê axivîn

Serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di peywendiyeke telefonî de xurtkirina tevkariya ewlehiya sînor, her wiha pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganiyê yên di navbera Îran û Başûrê Kurdistanê de nîqaş kirin.

Eraqçî û Talebanî bi telefonê axivîn
11 tebax, 2026   21:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îran bi rêya telefonê bi Serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re axivî.

Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku her du aliyan xurkirina tevkariyê ewlehiya sînorê di navbera Îran û herêma Başûrê Kurdistanê de nîqaş kirin.

Li gorî wezaretê, berfirehkirina têkiliyên aborî û bazirganiyê yên di navbera Îran û Başûrê Kurdistanê bi taybetî Silêmaniyê de jî gotûbêj kirin.

(bb)