Amerîka li keştiya hewl da dorpêça Îranê binpê bike xist

Helîkoptereke Amerîkayê keştiyek ku hewl dida dorpêça deryayî ya li ser Îranê binpê bike, xist.

Amerîka li keştiya hewl da dorpêça Îranê binpê bike xist
11 tebax, 2026   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya, Wall Street Journal ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî Amerîkayê, îro helîkoptereke leşkerî ya Amerîkayê êrişî keştiyekê kir ku hewl dida dorpêça deryayî ya li ser Îranê derbas bike.

Hate diyarkirin ku keştiyê guh neda hişyariyên Amerîkayê, lew ra jî hat hedefkirin.

Şîrketa Vanguardê ya ewlehiya deryayî ragihand ku li Kendava Omanê bi mûşekekê li keştiyeke konteynerê ya bi ala Panamayê hate xistin. Li gorî şîrketê,  di encama bûyerê de şewat derket û hat vemirandin. Her wiha da zanîn ku hemû endamên tîma keştiyê ku hejmara wan 17 hatin rizgarkirin.

(f)