Li Dêrikê têkildarî îmzekirina pirtûka "Şoreşgerên Cizîrê" şahî

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê ji bo îmzekirina pirtûka "Şoreşgerên Cizîrê" ya nivîskar Ronak Murad li bajarê Dêrikê şahiyek li dar xist.

Li Dêrikê têkildarî îmzekirina pirtûka "Şoreşgerên Cizîrê" şahî
Li Dêrikê têkildarî îmzekirina pirtûka "Şoreşgerên Cizîrê" şahî
Li Dêrikê têkildarî îmzekirina pirtûka "Şoreşgerên Cizîrê" şahî
Li Dêrikê têkildarî îmzekirina pirtûka "Şoreşgerên Cizîrê" şahî
21 tebax 2024   21:54
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê şahiya îmzekirina pirtûka "Şoreşgerên Cizîrê" ya nivîskar Ronak Murad li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê li dar xist.

Di serî de nivîskar Ronak Murad li ser naveroka pirtûkê ya li ser jiyan û têkoşîna gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê axivî.

Piştre pirtûk li beşdaran hat belavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pirtûk bi zimanê Erebî ji aliyê weşanxaneya Şilêr ve di 2024'an de hatiye çapkirin. Her wiha pirtûk ji 428 rûpelan pêk tê.

(mh)