Ji Meclisa Gelan a Cizîrê biryar û erkdariyên nû

Meclisa Gelan a Cizîrê di çarçoveya Hevpeymana Civakî de erkên kantonên Hesekê û Qamişlo bi dawî kirin û erkdariyên nû ji bo kantona Cizîrê kirin.

21 tebax, 2024   21:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê civîna xwe ya asayî ya 10ˊan bi beşdariya 81 endaman li Amûdê li dar xist.

Di civînê de li gorî Hevpeymana Civakî ku di dawiya 2023ˊyan de hatibû nûkirin, erkên kantonên Hesekê û Qamişlo hatin bidawîkirin.

Beriya nûkirina Hevpeymana Civakî herêma Cizîrê wekî kantona Hesekê û Qamişlo hatibû pênasekirin, piştî nûkirina Hevpeymana Civakî her du kanton wekî kantona Cizîrê hat binavkirin.

Mijareke din a di civînê de hatibû nîqaşkirin, avakirina meclisên nû û erkdariyên ji bo desteyan bû.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Kar û Barên Malbatên Şehîdan hat avakirin. Her wiha Nivîsgeha Enerjiyê ya kantona Cizîrê jî li gorî Hevpeymana Civakî bibe Desteya Enerjiyê.

Di dawiya civînê de ji bo desteyên hatine avakirin, erkdarî hatin çêkirin û wiha ne:

- Hemrîn Elî wek cîgira Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê.

- Mamo Mihemed wek hevserokê Desteya Tenduristiyê ya kantonê.

- Ahîn Swêd û Ekrem Selman wek hevserokên Desteya Enerjiyê ya kantonê.

- Hevserokatiya Meclisa Malbatên Şehîdan Kader Ebdî û Mihemed Îbrahîm.

- Sebrîn El Ebdullah wek hevserokê Desteya Aborî ya kantonê.

Di dawiya civînê de rapora Komîteya Budceyê ya têkildarî rewşa tenduristiyê ya kantona Cizîrê hate xwendin.

(fr)