Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn

210 cangoriyên azadiyê yên mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûn li Dêrikê hatin bibîranîn.

Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrikê şehîd hatin bibîranîn
9 kanûn, 2025   13:55
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê merasîma bîranînê ya 210 şehîdên mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê li dar xist. Tevî nûnerên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan girseyek mezin a şêniyan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şerîf bal kişand ser nirxên şehîdan û got: "Şehîd jiyaneke bi rûmet û ewle afirandin. Bi saya keda wan aştî û jiyana hevbeş mîsoger bûne."

Mihemed Şerîf di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan zulm û şer vediguherîna aştî û ewlehiyê û gelê herêmê jî li ser şopa ramanên Rêber Abdullah Ocalan û xeta şehîdan dimeşin.

Şerîf di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Di dawiya merasîmê de navên 210 şehîdan hatin xwendin û dirûşm hatin berzkirin.

(b)

ANHA