Rejîma Îranê 8 girtiyên din darve kirin

Rejîma Îranê li Girtîgehên Saveh, Zencan, Kashan, Kerman, Nişapur, Îsfahan, Gorgan û Dorudê 8 girtiyên din darve kirin.

Rejîma Îranê 8 girtiyên din darve kirin
9 kanûn, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê li Girtîgehên Saveh, Zencan, Kashan, Kerman, Nişapur, Îsfahan, Gorgan û Dorudê girtiyên bi navê Borzu Beigî, Kermshah Zakî-Pour, Reza Raoufî, Morad Bahmanî, Nima Karamî, Mohammad Baqer Sourî, Alî Rastegari û Bahram Musavî darve kirin.

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Miroavan a Hengawê parve kirin, Rejîma îranê 8 girtî li girtîgehên Îranê darve kirine.

Rejîma Îranê di 10 mehên destpêka salê de hezar û 365 girtî darve kirin.