Li Dêrikê şehîd Diyar Xemgîn hat oxirkirin

Şêniyên Dêrikê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Diyar Xemgîn li Pakrewangeha Şehîd Xebat spart axê.

Li Dêrikê şehîd Diyar Xemgîn hat oxirkirin
Li Dêrikê şehîd Diyar Xemgîn hat oxirkirin
Li Dêrikê şehîd Diyar Xemgîn hat oxirkirin
Li Dêrikê şehîd Diyar Xemgîn hat oxirkirin
Li Dêrikê şehîd Diyar Xemgîn hat oxirkirin
21 îlon, 2026   14:33
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo oxirkirina şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Diyar Xemgîn (Mihemed Toprak) ku di 9`ê Kanûnê sala 2025`an de şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik merasîmek li dar xist.

Piştî ku şênî cenazeyê şehîd Diyar Xemgîn ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a li bajarê Dêrikê wergirt, ber bi Pakrewangeha Şehîd Xebat ve bi rê ketin û li pakrewangehê bi sedan kesî cenaze pêşwazî kir.

Merasîmê bi toreneke leşkerî û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê hevalên şehîd Xalid Koçer axivî û wiha got: “Şehîd Diyar şervanekî bi cesaret bû, li ser şopa şehîdan meşiya û di xetên pêş de ji bo pêkanîna azadî û edaletê ji bo gelê Kurd her dem di nava berxwedanê de bû. Şehîd Xemgîn wesiyeta hevrêyên xwe yên şehîd pêk anî.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed jî hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Divê girêdana me bi xwîna şehîdan zêdetir bibe, ev şehîd can û cesedê xwe ji bo xaka welat û serkeftina gelê xwe pêşkêş kir, divê em li ser şopa wan bin.”

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Diyar Xemgîn hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê şehîd Diyar bi tilîliyan li Pakrewangeha Şehîd Xebat a li Dêrikê hat veşartin.

(sb)

ANHA