Li Dêrazorê stasyoneke ceyranê tê avakirin

Desteya Enerjiyê ya Kantona Dêrazorê dest bi avakirina stasyoneke ceyranê li bajarê Kisrayê kir.

Li Dêrazorê stasyoneke ceyranê tê avakirin
Li Dêrazorê stasyoneke ceyranê tê avakirin
Li Dêrazorê stasyoneke ceyranê tê avakirin
Li Dêrazorê stasyoneke ceyranê tê avakirin
Li Dêrazorê stasyoneke ceyranê tê avakirin
Li Dêrazorê stasyoneke ceyranê tê avakirin
13 îlon, 2025   13:27
DÊRAZOR
UDEY El ABDULLAH

Desteya Enerjiyê ya Kantona Dêrazorê di çarçoveya bicihanîna plansaziya xwe ya 2024’an de dest bi avakirina stasyoneke ceyranê li bajarê Kisrayê kir. Stasyon li deverekê tê avakirin ku ji bilî Xeta 66 KV binesaziya ceyranê lê tune ye.

Stasyona bi lêçûna nêzî 650 hezar dolarî tê avakirin armanc dike ku xetên ceyranê û xizmetên giştî, bi taybetî stasyonên avê werin pêşxistin.

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Kantona Dêrazorê Malik El Rîbah diyar kir ku stasyonên avê niha bi xeta 80 kîlometreyî ya ji stasyona Cezîra heya bajarokê El Hîsan tên xebitandin û got, ev çareserî jî demkî ne.

Li gorî El Rîbah, stasyona nû tê çêkirinê dê barê li ser stayonên Ceza û Heft Kîlo sivik bike û rewşa avê jî baş bike.

Malik El Rîbah da zanîn ku dibe stasyon di nava 90 rojan an kêmtir were avakirin û got: "Avakirina vê stasyonê li kantonê gaveke bibandor di saktora ceyranê de  ye, ji ber ku wekî projeya yekemîn a ji dehên salan ve tê dîtin. Stasyonên ku berê hatine sererastkirin jî kevin in anku ji sala 1990`î ve ne."

(bb)

ANHA