Li Siwêdayê daxwaza serbestberdana revandiyan hat kirin

Bi sedan kes li Qada El Kerama ya Siwêdayê daxwaza serbestberdana revandiyan û vekirina lêpirsîneke navneteweyî der barê sûcan de, kirin.

Li Siwêdayê daxwaza serbestberdana revandiyan hat kirin
13 îlon, 2025   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên Siwêdayê xwepêşandanek li Qada El Kerama li dar xist. Xwepêşandêran daxwaza serbestberdana tevahî revandiyan kirin û xwestin ku der barê sûcên ku di Tîrmehê de hatine kirin, lêpirsîneke navneteweyî ya serbixwe were vekirin.

Xwepêşandêran pankartên li dijî hikumeta veguhêz  vekirin û daxwaza mafên çarenûsê kir.

) bb)