Dohayê wê lûtkeyeke Erebî-Îslamî li dar bixe

Qeterê ragihand ku bi mijara êrişa Îsraîlê ya li ser Dohayê  dê roja duşemê lûtkeyeke awarte ya Erebî-Îslamî li dar bixe.

Dohayê wê lûtkeyeke Erebî-Îslamî li dar bixe
13 îlon, 2025   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Qeterê ragihand ku Doha dê roja duşemê (15 Îlonê) lûtkeyeke awarte ya Erebî-Îslamî li dar bixe û diyar kir ku rojeva lûtkeyê wê êrişa Îsraîlê ya li ser Dohayê be.

Şêwirmendê serokwezîr û berdevkê fermî yê Wezareta Karên Dereve ya Qeterê Macid Bin Mihemed El Ensarî ji Ajansa Nûçeyan a Qeterê (QNA) re aşkera kir ku dê sibe (Yekşem 14 Îlonê) civîneke amadekar a wezîrên karên derve yên welatên Ereban û yên îslamî pêk were û pêşnûmebiryarek der barê êrişên Îsraîlê de were diyarkirin. El Ensarî anî ziman ku pêşnumebiryar dê di lûtkeya roja duşemê de were nîqaşkirin.

El Ensarî got, lidarxistina lûtkeyê di vê demê de nîşana hevgirtina Ereb û Îslamî bi Qeterê re nîşan dide, her wiha redkirina kiryarên tundiyê yên li dijî avahiyên niştecihbûnê yên li paytext Dohayê diyar dike. El Ensarî got, êriş binpêkirina qanûna navneteweyî û binpêkirina serweriya welatekî endamê NY’yê ye.

(bb)