′Heta agahî ji Rêbertî neyê girtin em ê li qadan bin′
Ciwanên Reqayê got, heta agahî ji Rêber Abdullah Ocalan wernegerin, dê li qadan bin.
Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, Yekitiya Werzîşê û Meclisa Werzîşê ya Reqayê ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Ciwanan ji pêşiya avahiya Meclisa Giştî ber bi çerxerêya Neîm ve meşiyan.
Rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Reqa Mehmûd El Xelef li çerxerêyê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em tevgerên ciwanên Reqa û gundewarên wê li vî cihî kom bûne da ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan ê xwediyê fikrê neteweya demokratîk bizanbin. Rêber Abdullah Ocalan ji 15′ê Sibata 1999′an ve ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatiye girtin û ji Adara 2021′ê ve agahî jê nayê girtin.′′
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Abdullah Ocalan nûnertiya îrade û rûmeta me dike, negirtina agahiyan jê bi taybetî piştî erdhejê me dixe nava fikran.′′
Ciwanan bang li rêxistinên navneteweyî kir ku erkên xwe li beramberî Rêber Abdullah Ocalan bi cih bînin bînin û biçin Îmraliyê "Rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin an bihêlin bila parêzer wî bînin.′′
Ciwanan di dawiya daxuyaniyê de got: "Wekî tevgerên ciwanan ên li Reqa û gundewarên wê em ê nesekinin, em ê li qadan bin heta agahiyekê li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan werbigirin; ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya îradeya gelên azadîxwaz dike."
Çalakî bi dirûşmên bi banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.
ANHA