1’ê Îlonê: Ji Komên Aştiyê Heya Entegrasyona Demokratîk

bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê  pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku bi banga 27’ê Sibata 2025’an ya  Rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye bi girîngiya vê rojê hîn zêdetir derdikeve pêş û aştiya mayînde û pê re entegrasyona demokratîk tê nîqaş kirin.

1’ê Îlonê: Ji Komên Aştiyê Heya Entegrasyona Demokratîk
1 îlon, 2026   04:43
NAVENDA NÛÇEYAN

1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanî, ku di dîrokê de bi destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn re tê bîranîn. Roja aştiyê ji bo civakên ku bi şer û pevçûnê re rû bi rû mane, bûye rojeke girîng a ji bo bilindkirina dengê aştiyê. Bi taybetî jî li Tirkiyeyê jî ev roj bi lêgerîna çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd re girêdayî her sal dibe rojevekî esasî.

RÊBER ABDULLAH OCALAN Û WATEYA TAYBET A 1’Ê ÎLONÊ

Di dîroka lêgerînên aştiyê de 1’ê Îlonê bi navê Rêber Abdullah Ocalan re jî girêdayî ye. Rêber Abdullah Ocalan di salên cuda de, bi taybetî di qonaxên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfetên siyasî derketine holê, vê rojê wek demek ji bo bilindkirina îradeya aştiyê bi kar aniye û her xwestiye pirsgirêkan bi rêya aştî çareser bike.

Di 1’ê Îlona 1999’an de, Rêber Abdullah Ocalan bang kir û agirbest ragihand û daxwaz kir ku hêzên PKK’ê ji Tirkiyeyê xwe vekişînin. Di heman çarçoveyê de, di Cotmeha 1999’an de, Komên Aştiyê ji bo nîşandana îradeya çareseriyê hatin Tirkiyeyê. Ev gav, di dîroka lêgerînên aştiyê ya Tirkiyeyê de, wek yek ji yekemîn mînakên veguhastina îradeya çekdarî ber bi rêya siyasî ve hate dîtin. Ev jî ji xwe bi pêşengtî û bi saya Rêber Abdullah Ocalan pêşket.

KOMÊN AŞTIYÊ CAREKE DIN LI AŞTIYÊ DIGERE

Piştî salên dirêj di sala 2009’an de lêgerîna aştiyê careke din bi Komên Aştiyê dîsa li Tirkiye û Rojhilata Navîn bû rojev. Di 19’ê Cotmeha 2009’a de, komeke 34 kesî ya ji Qendîl û Mexmûrê hatî, ji deriyê sînorê Habûrê ket derbasî Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bûn. Hatina Komên Aştiyê bi hêviyên mezin re hat pêşwazîkirin. Lê pêvajo, ji ber şert û mercên siyasî û nîqaşên li ser rêya çareseriyê, nikarîbû ber bi çareseriyeke mayînde ve were birin.

27’Ê SIBATÊ BÛ DESTPÊKA QONAXEKE NÛ

Îro, piştî salan 1’ê Îlonê roja aştiyê ya cîhanê di şert û mercên nû de tê pêşwazîkirin. Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê 2025’an de bi “Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk” ve qonaxeke nû li pêşiya Tirkiye û cîhanê ya pêvajoya çareseriyê danî.

Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe de daxwaz kir ku PKK kongreya xwe kom bike, biryara dawîkirina têkoşîna çekdarî bide û xwe fesih bike. Di vê bangê de, çareserî ne tenê wek dawîkirina şer, lê wek avakirina civakeke demokratîk û pêvajoya entegrasyona demokratîk hate pênasekirin.

JI AGIRBESTÊ HETA DAWÎKIRINA TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ

Piştî banga 27’ê Sibatê, di 1’ê Adara 2025’an de agirbest hate ragihandin. Di Gulana heman salê de jî PKK biryara dawîkirina têkoşîna çekdarî û fesihkirina avahiya xwe ragihand û diyarkir ku ev tenê bi destê Rêber Abdullah Ocalan ve dikare were pratîze kirin û mayînde kirin.

Bi van gavan ve pêvajoya ku bi salan di navbera pevçûn û lêgerîna aştiyê de diçû û dihat, ket qonaxeke nû. Di vê qonaxê de, mijara sereke ji rawestandina çekan ber bi şertên siyasî û hiqûqî yên ji bo domandina aştiyê ye.

ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK

Di qonaxa nû de, yek ji mijarên sereke yên nîqaşê “entegrasyona demokratîk” e. Ev têgîn, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo ku hemû beşên civakê bikarin di çarçoveyeke wekhev û demokratîk de beşdarî jiyana siyasî û civakî bibin, wek bingehek tê pêşxistin.

Ji vê aliyê ve, dawîkirina pevçûnê wek gavê yekem tê dîtin; lê avakirina aştiya mayînde, garantîkirina mafên demokratîk û ava kirina mekanîzmayên hiqûqî û siyasî ji bo entegrasyona demokratîk dikevin navenda pêvajoyê.

DI QONAXA NÛ DE 1’Ê ÎLONÊ

Di vê çarçoveyê de, 1’ê Îlonê dikare wek girêdana navbera bîranîna lêgerînên aştiyê yên berê û qonaxa nû ya “Aştiyê û Civaka Demokratîk” were nirxandin. Komên Aştiyê yên 1999 û 2009’an îradeya veguhastina pevçûnê ber bi çareseriyê ve nîşan dan.

Îro, li gorî perspektîfa ku Rêber Abdullah Ocalan di banga 27’ê Sibatê de pêşkêş kir, mijar derbasî qonaxeke din dibe: rawestandina şer dikare bibe bingeha aştiyeke mayînde û ev aştî dikare bi mekanîzmayên demokratîk û hiqûqî were garantîkirin.

JI BÎRANÎNÊ BER BI PÊVAJOYÊ

Ji ber vê yekê, 1’ê Îlonê ne tenê rojeke bîranînê ye. Di şert û mercên îroyîn de, ev roj dikare bibe derfetek ji bo nîqaşkirina rêya ku ji Komên Aştiyê heta Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk hatiye.

Lêgerîna aştiyê ya ku bi gavên Rêber Abdullah Ocalan û Komên Aştiyê re di qonaxên cuda de bû rojev, îro bi pirsê ku çawa aştiya mayînde dikare were avakirin, dikeve qonaxeke nû. Di vê qonaxê de, mijara sereke ne tenê rawestandina şer, lê avakirina şertên ku aştiyê dikin ku bibe parçeyek mayînde ya jiyana demokratîk e.