Hêzên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şandeyek hikumeta veguhêz pêşwazî kir

Bi armanca jinûve bicihanîna peymana 1ˊê Nîsanê, şandeyek hikumeta veguhêz serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan şande pêşwazî kir.

Hêzên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şandeyek hikumeta veguhêz pêşwazî kir
21 cotmeh, 2025   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb, di çarçoveya jinûve bicihanîna peymana 1ˊê Nîsanê de, şandeyek hikumeta veguhêz tevî fermandarên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê serdana her du taxan kir.

Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku ev serdan ji bo şopandina bicihanîna bendên peymanan, pêşxistina hevkarî û koordînakirina hevbeş di nava aliyên têkildarî de pêk tê, ku bi wê re aramî li herêmê pêk tê, xizmetguzarî û ewlehiya şêniyan baş dibe.

(fr)