Li Dêrazorê buhayê mazotê û gazê 3 qat zêde bû

Li Dêrazorê bihayê lîtreyeke mazotê gihîştiye 8 hezar lîreyê Sûriyeyê û ya gazê jî gihîştiye 10 hezarî.

Li Dêrazorê buhayê mazotê û gazê 3 qat zêde bû
3 sibat, 2026   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên li Dêrazorê, lîtreya mazotê ku berê bi 3 hezar û 500 lîreyê Sûriyeyî bû, niha gihîştiye 8 hezarî. Lîtreyek gazê jî bûye 10 hezar lîreyê Suriyeyê.

 Hat ragihandin ku şêniyên Dêrazorê ji ber vê rewşê bi gazinc in û nerazîbûna xwe tînin ziman.