Çapemeniya cîhanê: Divê rastiya Rojava were qebûlkirin

Pêkanîna peymana di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de di 2’yê Sibatê de kete meriyetê, geşedanên li herêmê di çapemeniya cîhanê de cî girt.

Çapemeniya cîhanê: Divê rastiya Rojava were qebûlkirin
3 sibat, 2026   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêkanîna Peymana ku 30ê Çile di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de pêk hatiye rojeva sereka ya çapemeniya cîhanê bû.

Rojnameya The Jerusalem Pos a li Îsraîlê, nûçeyek bi sernava “Hikûmeta Şamê bi girtinan hewl dide baweriya Kurdan pê were, lêbelê divê Şeri zilma li Rojava qebûl bike” û di nûçeyê de wiha hate gotin: “Her çendî ku rapor nîşan bide ku endamê Artêşa Sûriye ya Ereb yê ku bi awayekî hovane şervanekê QDG’ê qetil kiribû û keziyên wê birîbû, hatiye girtin, Kurd hêj çaverê ne ku tundiya hatiye kirin bê qebûlkirin.”

Gotarekî din a di rojnameya Teh Jareusalem postê de, bal hate kişandin ser berdana DAIŞ’iyên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatine berdan. Di nivîsê de hate destnîşankirin ku ne Sûriye bi tenê welatên derdor jî dê ji vê qetereyê bi bandor bibe û ev tişt hate gotin: “Dive Îsraîl li Sûriyeyê ne tenê cîhadîstên bi serbestî tev digerin lê hêzên ku welat kontrol dikin jî bi awayekî zelal bibîne. Tirkiye bi îslamîstên cîhadîst re di nava têkiliyek nêz de ye û ji ber vê ne bi fikar e.”

‘TIRKIYE AXA SÛRIYÊ WEKE AXA XWE DIBÎNE’

Rojanameya Público a li Îspanyayê, nivîsek bi sernava “Modela du dewletî, hedefên Tirkiyeyê û guherîna aliyê DYA’yê: Xalên bingehîn ên li ser rewşa Rojava” weşand. Di nûçeyê de têkildarî daxuyaniyê Tirkiyê yê Serokê Komîsyona Parastinê ya Meclisê Hulusî Akar ev tişt hate diyarkirin: “Ji bo famkirina polîtîkayên Enqere yên Kurdistanê ev perspektîf e. Mustafa Kemal Ataturk, piştî avakirina netewe deweleta Tirk, Tirkiyeyê beşekî ji axa Sûriyeyê wekî axa xwe dîtiye û dagirt kiriye. Bi heman mebestî dewleta Tirk jî bi israr li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve. Ji ber ku nikare bi awayekî qanûnî li Sûriyeyê tiştekî bike, herêmên sînor ên di navebra her du dewletan bi awayekî fîîlî dagir dike.”

CIVÎNA LI HESEKÊ DI ROJEVÊ DE CIH GIRT

Ajansa Associated Press (AP) a li DYA’yê nûçeyak bi sernava “Hêzên Wezareta Hundir a Sûriyeyê, di çarçoveya peymana bi QSD’ê ya bi serkirdeyatiya Kurdan, kete bajarekî” weşand û di nûçeyê de hate desetnîşankirin ku di çarçoveya cîbicîkirina peymana di navebera QSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, şandeyek ji Wezareta Karên Hundir a Sûriyeyê derbasî bajarê Hesekê bû.

Heman geşedan di platforma Boursorama ya Fransî; Agenzia Nazionale Stampa Associata (ANSA) ve Gazzetta di Parma ya Îtalî; Agenzia Nova ya Spanî û di gelek ajans û rojnemeyan de cih girt.