Li Tirkiyê 92 kes hatin binçavkirin

Di serî de Stenbol li gelek bajarên Tirkiyê di serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî û rojnamevan jî di nav de 92 kes hatin binçavkirin.

Li Tirkiyê 92 kes hatin binçavkirin
3 sibat, 2026   10:52
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Vê sibê di serî de Stenbol gelek bajarên Tirkiyê li dijî partî û saziyên mûxalîf operasyona binçavkirinê hate pêkanîn.

Ji Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP); Meclîsên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAV'ê gelek kes îro di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de xebatkarên Ajansa Nûçeyan Etnîkê (ETHA) jî hene.

Di serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî û 3 rojnamevan jî di nav de 92 kes hatin binçavkirin