Gerînendetiya Ewlekariyê ya Hesekê rakirina çekan qedexe kir

Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê hilgirtina çekan, gerîna bi çekan û avêtina guleyan li nava bajêr qedexe kir, her wiha diyar kir ku dê dest deynin ser çekên kesên ku vê biryarê bin pê bikin û tedbîrên yasayî li dijî wan bigirin.

Gerînendetiya Ewlekariyê ya Hesekê rakirina çekan qedexe kir
12 cotmeh, 2026   17:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Ewlekariya Hundirîn a Hesekê rakirina çekan, gerîna bi wan û avêtina guleyan li hundirê bajêr qedexe kir û diyar kir ku dê kesên vê biryarê bin pê bikin tedbîrên tund bigirin; çekên wan desteser bikin û tedbîrên yasayî li dijî wan bigirin.

Gerînendetiyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev biryar di çarçoveya berpirsiyariya wê ya parastina ewlehî, pergala giştî, parastina giyana welatiyan, mal û milkên wan da ku pêşî li tevliheviyê bigirin û selametiya şêniyan misoger bikin.

Gerînendetiyê anî ziman ku hilgirtina çekan tenê di destê dewletê de; anku di destê hêzên ewlehî û leşkerî yên fermî de ye û tenê di dema erkên xwe yên fermî de be û wê tedbîrên tund ji bo kesên vê biryarê bin pê bikin pêk bînin.

Gerînendetiyê bang li şêniyên Hesekê kir ku bi hêzên ewlehiyê re hevkar bin û agahiyê li ser binpêkeran bidin.

(f)