Fransa li ser destpêkirina destpêşxeriyekê ji bo dawîanîna şerê Îran û Îsraîlê dixebite

Serokê Fransayê Macron, bi armanca dawîanîna şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, dixwaze destpêşxeriyeke Ewropî bide destpêkirin. Macron ji wezîrê xwe yê karên derve xwest ku bi lezgînî koordînayê bi tevkarên Ewropî re bike.

Fransa li ser destpêkirina destpêşxeriyekê ji bo dawîanîna şerê Îran û Îsraîlê dixebite
18 hezîran, 2025   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Nouel Barrot xwest ku di rojên bê de destpêşxeriyekê bi koordînaya hevkarên Ewropî yên nêzîk re bide destpêkirin, da ku pêşniyara çareseriyê ya bilez a ji bo dan û standina dawînanîna şerê Îsraîl û Îranê bê kirin.

Seroketiya Fransayê di daxuyaniyekê de diyar kir ku di civîna Meclisa Parastinê û Ewlehiya Netweeyî ya li Qesra  Elysee de Macron fikarên xwe li hember êrişên Îsraîlê yên li ser armancên ku tu têkiliya xwe bi bernameya nukleerî û balîstî yên Îranê ve tune ne, anîn ziman, her wiha fikarên xwe li hember hejmara zêde ya qurbaniyên sivîl ên Îsraîl û Îranê jî nîşan dan.

Macron di civînê de xwest ku pêwîstî bi danîna planeke lez a ji bo van êrişên leşkerî heye û ji wezîrê karên derve xwest ku tedbîrên pêwîst ji bo hêsankirina derxistina hemwelatiyên Fransî yên li Îran û Îsraîlê bigire.

(mh/fr)