Ji bo gerîlaya HPG`ê Bêrîvan Hesekê merasîma xiyabî

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo Bêrîvan Hesekê ku li heremên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Ji bo gerîlaya HPG`ê Bêrîvan Hesekê merasîma xiyabî
Ji bo gerîlaya HPG`ê Bêrîvan Hesekê merasîma xiyabî
Ji bo gerîlaya HPG`ê Bêrîvan Hesekê merasîma xiyabî
Ji bo gerîlaya HPG`ê Bêrîvan Hesekê merasîma xiyabî
Ji bo gerîlaya HPG`ê Bêrîvan Hesekê merasîma xiyabî
Ji bo gerîlaya HPG`ê Bêrîvan Hesekê merasîma xiyabî
28 tîrmeh, 2025   20:08
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) Jiyan Halîl Meyiş

(Bêrîvan Hesekê) ku di 29’ê Nîsana 2019’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê (Garê) şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Di merasîma ku li pêşiya malbata şehîd Bêrîvan Hesekê ya taxa Muftî ya bajarê Hesekê hatiye lidarxistin de endam, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Leşkerî, endanên komînên taxan û gelek şêniyên Hesekê tevlî bûn.

Di konê sersaxiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Bêrîvan Hesekê, alên YPG û YPJ’ê hatin daliqandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin”  hatin berzkirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Mihemed axivî.

Gulê di axaftina xwe de piştî ku bi xêrhatina mêvanan kir, sersaxî ji malbata şehîd Bêrîvan Hesekê xwest û diyar kir ku di şexsê şehîd Bêrîvan de ew bejna xwe li ber hemû şehîdên şoreşê ditewînin.

Gulê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Abudullah Ocalan ya “Banga Aşîtî û Civaka Demokratîk” û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aşîtiya herêmê gaveke dîrokî avêtiye. Gulê bal kişand ser girîngiya parastinê û anî ziman ku ger parastina gelên wan nebûya wê aqûbeta wan jî bûbûya mîna gelê peravê û ji aliyê çeteyên cîhadîst ve dê hatibûna qetilkirin.

Gulê di dawiya axaftina xwe de got: “Heya malbatên me yên weke malbata şehîd Bêrîvan hebin dê dijmin nikaribe gelê me bişkîne. Yên aşîtiyê dixwazin bila bi gelê Kurd re di çarçoveya projeya Neteweya Demokratîk de tifaqê bikin. Naxwe em ne Kurdên sed sala 20'an e. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde bûne. Kes êdî nikare me bixapîne.”

Endama Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hebûn Ekîn jî di axaftina xwe de qala kesayeta şehîd Berîvan kir û got: “Me bi saya berxwedana şehîdan dengê Rêber Apo bihîst û me rengê Rêber Apo dît.”

Piştî axaftinan heya derengiya şevê konê sersexiyê ji aliyê şêniyan ve tê ziyaretkirin.

(bm)

ANHA