Li Çadê êrişî Qesra Serokatiyê hat kirin: 19 kuştî

Li dijî Qesra Serokatiyê ya li paytexa Çadê N'Djamena êrişeke çekdarî hatiye kirin. Hikumeta Çadê daxuyand ku di êrişê de 18 jê êrişkar 19 kes hatine kuştin.

Li Çadê êrişî Qesra Serokatiyê hat kirin: 19 kuştî
9 ÇILE, 2025   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya AFP`yê, wezîrê karê derve û berdevkê hikumeta Çadê Ebdulrahman Kelamullah got, komeke çekdar ku ji 24 kesan pêk tê, êriş Qesrê Serokatiyê ya li N'Djamena ya paytextê kirine. 

Berdevek diyar kir ku di encama êrişê de 18 êrişker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne û ji aliyê hikumetê ve kesek hatiye kuştin û 3 din jî bi giranî birîndar bûne.

Kelamullah di vîdyoyekê de ku li ser malperên ˈFacebookêˈ hatiye belavkirin dibêje: "Bûyer biçûk bû. Her tişt aram e, hewldana xirabkirina aramiyê hat têkbirin."

Hate ragihandin ku tevahî rêyên diçin Qesra Serokatiyê hatin girtin û tank li kolanan hatine belavkirin.

Hate diyarkirin ku êriş çend saet piştî serdana wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi ya li N'Djamena û hevdîtinên wî yên li gel serokê Çadê Mihemed Idrîs Deby Itno û rayedarên din ên Çatê hat kirin.

Çadê dawiya Mijdarê ragihandibû ku lihevkirina leşkerî ya di navbera Parîs û N'Djamena bi dawî bûye. Dema demkî ya 3 salan bi hilbijartina Mihemed Idrîs Deby ji bo serokatiya welêt bi dawî bû. Deby ji bo serokatiya hikumeta demkî hatibû ji aliyê meclisa leşkerî ya desthilatdar ve hatibû hilbijartin.

(şx/bb)