Li Tişrînê 63 çete hatin kuştin, tankek û 8 erebeyên leşkerî hatin rûxandin

QSDˈê ragihand ku di şer û pevçûnên duh ên li bakurê bendava Tişrînê û gundewarên başûrê rojhilatê Minbicê de, 63 çete hatine kuştin û 37 çete jî birîndar bûne. Her wiha tankek, 5 erebeyên leşkerî û 3 erebeyên zirxî yên bi tîpa BMB hatin rûxandin.

Li Tişrînê 63 çete hatin kuştin, tankek û 8 erebeyên leşkerî hatin rûxandin
9 ÇILE, 2025   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê bîlançoya duh a şer û pevçûnên li bakurê bendava Tişrînê û gundewarên li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di şer û pevçûnên duh (çarşem) ên li bakurê bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê bajarê Minbicê de, hejmara kuştiyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bû 63 û 37 çete jî birîndar bûn. Rewşa gelek birîndaran giran e.

Duh sibehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirer êrişeke berfireh li dijî gundên Elûş, Til Erîş û Girê Syriatel ên li derdora bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê û girê gundê Til Zemale pêk anîn. Hêzên me bersiva êrişan da û şerekî giran derket. Di şer de ku heya saetên êvarê dom kir, 63 çete hatin kuştin.

Her wiha tankek, 5 erebeyên leşkerî û 3 erebeyên zirxî yên bi tîpa BMB hatin rûxandin.

Ji ber berxwedana hêzên me, çete neçar man birevin û kuştî û erebeyên xwe yên wêrankirî li dû xwe hiştin."

(bb)

ANHA