Li Bexdayê civîna sê alî ji bo rewşa Sûriyeyê

Wezîrên karên derve yên Sûriye û Îranê ji bo guftugokirina geşedanên li Sûriyeyê duh bi şev gihiştin paytexta Iraq Bexdayê. Biryare îro civînek sê alî di navbera wezîrên Iraq, Sûriye û Îranê de were pêkanîn.

Li Bexdayê civîna sê alî ji bo rewşa Sûriyeyê
6 kanûn, 2024   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Iraqê ragihand ku şeva borî Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Êraqçî, ji bo guftugokirina geşedanên vê dawiyê yên li Sûriyeyê duh bi şev gihiştin paytexta Iraq Bexdayê.

Biryare îro civînek sê alî di navbera wezîrên karên derve yên Iraq Fuad Hisên, zîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Êraqçî de were pêkanîn.

Hate diyarkirin ku civîna sê alî ya di navbera her sê welatan de di demek wiha deye ku komên çeteyan li Sûriyeyê her du parêzgehên Heleb û Hemayê xistine bin kontrola xwe de û  nêzîkî parêzgeha Himsê jî bûne.

Li gorî Rojnameya El Wetan ya Sûrî, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Besam Sebax piştî civîna li gel Wezîrên Iraq û Îranê, berê xwe bide Qahîreyê û beşdarî civîna Komkara Erebî bibe.

Hêjayî gotinêye ku 10 rojin çeteyên dewleta Tirk êrişek berfirehl i ser bakurê rojavayê Sûriyeyê daye destpêkirin. Heta niha parêzgehên Heleb û Hemayê ketine bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de. Iraq jî ji ber geşedanên li nêzî sînorê xwe ketiye nav amadebaşiyê û hêza xwe ya li sînor xurtir kiriye.